Türkan Tosun
14 Adar 2019•Rojanekirin: 15 Adar 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê rayedar berfa ku hê neheliyaye bi makîneyên kar û kamyonan dibin davêjin dervayî navçeyê.
Tîmên şaredariyê bi 7 makîneyên kar û 8 xebatkaran berfa li ser kolan, kuçe, navbera taxan û baxçeyên dibistanan berhev dikin û paqij dikin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr a Tunceliyê xebatên avêtina berfê didomînin û rêyan firehtir dikin.
Wekîla Şaredar a Ovackê Senem Yerlikaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal berf zêde bariye û zivistan zehmet bûye.
Yerlîkaya wiha axivî: "Îsal 3 mêtro berf barî. Zivistan pir çetin derbas bû û tesîr li ser jiyanê kir. Bihar hat lê hê jî berf li navçeyê heye. Ekîbên me li tax û kolanan berfê paqij dikin. Berfê barî kamyonan dikin û davêjin dervayî navçeyê."