03 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2020
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku yekîneyên Herekata Taybet a Cendirmeyan li çil û çiyayên Ovacixa navçeya Tunceliyê operasyon kir û di operasyonê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da yekîneyên Herekata Taybet a Cendirmeyan a Fermandariya Cendirmeyên Bajêr bi piştgiriya ji hewayê va li çil û çiyayên Ovacixê operasyon kir.
Di operasyonê da 2 terorîst hatin berterefkirin, tivingeke M-16 û keleşkofek hat girtin.
Li herêmê operasyon dewam dikin.