20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
VAN
Li gor agahiya ku hat hildan, mensûbên rêxistina terorê li Wanê taxa Bostanîçiya navçeya Îpekyoluyê bi şev deriyê baçê Pêşdibistana Şafakê li ber hildan û li ser rê barîkat danîn.
Terorîstan dîreka alayê ji şûnê derxist, deriyê pêşdibistanê yê derva şikand û tûpa piçûk û teqemeniyên destçêkirî tê da teqandin û paşê molotof avêtin nav binaya yekqatî.
Piştî teqînê agir bi pol, çaviya lîstikê û odeya îdareyê ket. Piştî ku cab hat dayîn, îtfaiye hat û agir temirand, lê piraniya dibistanê êdî nema tê bikaranîn.
Terorîstan kamerayên li derveyî dibistanê û cam jî şikandin û revîn.
Li baxçê dibistanê teqemeniya destçêkirî hat dîtin
Mamoste piştî êrîşê jê haydar bûn û hatin dibistanê û piştî ku çav pê ketin pir xemgîn bûn. Mamosteyan li baxçê dibistanê mekanîzmaya teqemeniya destçêkirî dît û xeber dan polêsan. Ekîbên Midûriya Emniyetê hatin cihê bûyerê û teqemenî îmha kir.