Önder Beyter
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê di malekê da 85 kîlo û 742 gram eroîn hat qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên dijî kesên ku bazirganî, neql û depokirina hişbirê dikin, didomin.
Di vê çarçoveyê da li ser îxbarekê ekîbên polêsan li taxa Alîpaşa li kuçeya Yasîn Batman avêtin ser mala N.D.
Di lêgerîna ku kuçikê narkotîk "Enes" jî beşdar bû da 85 kîlo û 742 gram eroîna ku 140 pakêt e û di binê nivînê li odeya zarokan da hatiye veşartin, hat dîtin.
Ekîban N.D. binçav kirin û birin ewlekariyê.