TUNCELÎ
Di encama operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê yên li dewrûbera Tunceliyê da di van 2 mehên vê axiriyê da 14 mensûbên rêxistina terorê teslîm bûn, 30 terorîst jî hatin kuştin.
Li Tunceliyê di operasyonên serkeftî yên ku di destpêka sala 2016an da dest pê kirin û herwiha di 2017an da jî bênavber berdewam in da rêxistina terorê PKK derbeyê li ser derbeyan dixwe.
Bi saya operasyonan par nêzîkî 150 mensûbên rêxistina terorê hatin berterefkirin. Hêzên ewlekariyê di 2017an da jî operasyonên xwe ber bi hêla Alîbogazi, Mizilmescid, Dokuzkaya û Kutuderesiyê şiqitandin.
Hêzên ewlekariyê par zivistanê ketibûn newalên kûr ku li van deran qalindahiya berfê cih cihan digehîşt 3 mêtroyan û digel şert û mercên dijwar ên hewayê bihust bi bihust li her derê geriyabûn. Hêzên ewlekariyê îsal jî operasyonên xwe yên li van deveran didomînin û gelek derbe li mensûbên rêxistina terorê yên ku piştî zivistanê ji şikeftan derketin, xistin.

Di 26ê adarê da hêzên ewlekariyê li hemberî herêma Kutuderesiyê operasyonek li dar xistibûn û di encamê da 14 mensûbên rêxistinê hatibûn berterefkirin. Hat tespîtkirin terorîstekî ku di vê operasyonê da hat kuştin Yusuf Dogan e ku nasnavê wî "Ferhat Dêrsîm" e û di 4ê Hezîrana 1997an da di operasyona li bakurê Iraqê da bi fuzeyê li helîkoptereke TSKyê dabû û bibû sedema şehîdbûna 11 leşkeran.
Dîsa hat tespîtkirin terorîstekî din ê ku di heman operasyonê da hat kuştin jî Ozkan Ozmen e ku nasnavê wî "Bahoz Serhat" e û di Lîsteya Terorîstên Lê Digerin a Wezareta Karên Navxweyî da ye. Hatibû tespîtkirin ku Ozmen plansazê êrîşa di 4ê Îlona 2011an e ya ku di encamê da komîser Cem Kermanê ku fitbol dilîst û Dilay Kermana ku lê temaşe dikir, şehîd ketibûn û 8 polês jî birîndar bibûn.
- "Ev zextê didin ser gel, neheqiyê dikin, kedê dixwin"
Waliyê Tunceliyê Osman Kaymak der heqê operasyonan da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr têkoşîna ku bi di nav salên 2016 û 2017an hat dayîn girîng e.
Kaymak heta ku hemû mensûbên rêxistina terorê neyên kuştin an jî neyên berterefkirin, têkoşîna terorê wê li serê çiyan û bajar dewam bike û wiha axivî: "Heke merivên vî bajarî di nav hizûrê da nebin, hilberîn zêde nabe, veberhênan nayê kirin, ehlê Tunceliyê jî nayê li vê derê veberhênanê nake, ev bajêr pêş da naçe, nifûsê timî kêm be, li gor lêkolîna TUÎKê ev der heke cihê mirovên ku herî zêde kêfxweş nînin be, berpirsiyar tenê rêxistina terorê ye. Sedem zext û zilm e ku rêxistina terorê li gelê vir dike."
Kaymak got ku li Tunceliyê potansiyelên girîng yên wek çandinî, heywandarî, dîrok û tûrîzma siruştê hene û dewam kir:
"Bajarê me bi salan e ku yek ji bajarên herî mexdûr dibe ye. Ev çarenûs wê biguhere. Ev wiha naçe, ka bifikirin, rêya herî kurt a ku diçe Behra Reş, li ser bajarê me ra derbas dibe. Lê rêxistina terorê ya xayîn çi dike? Wesaîtên ku tên derbas dibin ku biçin, dişewitîne. Çima dişewitîne, lewra li ser wê rêyê heke hizûr hebe, merivê biçin li ser rê tesîsên bêhnvedanê, îstgehên sotemeniyê, hewzên avjeniyê, loqanteyan vekin. Rêxistina terorê naxwaze ku welatî ji xwe ra kargehan vekin û qezenc bikin. Îdiaya têkoşîna wan li ser gel, lê dijminê gelê xwe ne. Ev zextê didin ser gel, neheqiyê dikin û keda wan dimijin. Navê vê çi ye? Qaşo têkoşîn, têkoşîna çi ye? Ev bi kirinên xwe va dijminê gel in. Gelê me êdî rûyê rastîn yê van rêxistinên terorê yên dest bixwîn dibîne."
Kaymak diyar kir, têkoşîna terorê bi serkeftî dewam dike û bal kişand, serkeftina sala 2016an wê îsal jî didomînin.
Kaymak ji bo serkefîbûna operasyonan got, "Lekşer, polês û gelê me bi hev ra têkoşînê didin" û wiha pê da çû:
"Di operasyonên ku me hetanî îro kirin da 14ên wan teslîmbûyî bi tevahî 44 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin, şikeft û sitargeh hatin îmhekirin. Wek mayîn gelek cebilxane, sîlah, teqemenî û amûrên jiyanê hatin girtin. Hat tesbîtkirin terorîstekî ku di operasyona li herêma Alîbogaziyê da hatibû berterefkirin jî Hindistan Yuksel e ku 14 sal e terorîstiyê dike. Ji bo tesbîtkirina nasnameya terorîstên din xebat dewam dikin."
- Hejmara yên ku teslîm dibin zêde bû
Kaymak diyar kir ku ji bo xebatên keşf û çavdêriyê êdî li Tunceliyê teyareyên bêmirov tên bikaranîn, teqîbkirina ji jor va tirseke mezin xiste dilê terorîstan.
Kaymak bangî endamên rêxistina terorê kir û diyar kir ku di têkoşîna dijî terorê da dewreke teze dest pê kir.

Kaymak destnîşan kir ku bi teyareyên bê mirov en bi çek û ên bê çek va 24 saetan ji hewayê bajêr kontrol dikin û wiha pê da çû:
"Ku hewce bike xêncî van teyareyên bêmirov bi F-16 û firokeyên ATAKê va jî wezîfeyê dikin. Dibe ku rêxistina terorê êdî ev fehm kiribe. Çaxa ku serê xwe rakin ew ê bên lêxistin. Ji ber ku vê dizanin di operasyonên dawîn da 14 terorîst bi sîlahên xwe va teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bûn. Teslîmbûn kêrî wan hat. Heke dixwazin bijîn teslîmbûn ya herî bi mantiq e. Ku wisa nebe ew ê bimrin herin. Dibînin ku miemeleyeke nebaş li endamên rêxistina terorê yên ku teslîm dibin nakin. Em kesên teslîmbûyî derman dikin û teslîmî edaletê dikin. Leşkerên me di mijara teslîmbûnê da hemû alîkariyan didin. Ez dixwazim ku carekê dîsa bangî rêxistinên terorê bikim. Werin teslîm bibin. Bi edaleta vî welatî ewle bin. Teslîm bibin û bijîn, bigihêjin hezkiriyên xwe. Heke wisa nebe encama vê eşkere ye."
Kaymak destnîşan kir piştî terorê pirsgirêka Tunceliyê ya herî girîng bêkarî ye û got ji bo çareserkirinê xebatên me dewam dikin.
Kaymak destnîşan kir li bajêr di 2 salên dawîn da di têkoşîna dijî terorê da serkeftinên mezin hatin bidestxistin û wiha got: "Niha jî bêkarî derdikeve pêş. Bi saya pakêta navendên cazibeyê ji 20î zêdetir karsaz serî li Wezareta Pêşketinê xist."
Kaymak diyar kir wek Waliyê Tunceliyê û Wekîlê Şaredariyê dixwaze xizmeta gel bike û wiha got: "Êdî şaredarî guh dide welatiyan û xizmetê dike. Ji bo çareserkirina bêkariyê jî xebatên me dewam dikin."
news_share_descriptionsubscription_contact
