26 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
VAN
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyonên li dijî rêxistina terorê da polêsek cangorî bû.
Li navçeyê piştî ku li taxên Eskî Kişla, Orman, Mezarlik, Yeşîldere, Yenî, Cumhuriyet, Dîze, Gungor û Esentepeyê ji bo girtina çalan, rakirina barîkatan û îmhekirina teqemeniyan di 13ê adarê qedexeya derketina derva hat îlan kirin, operasyon dewam dikin.
Hat destnîşankirin ku li taxa Ormanê do bi şev di operasyonê da polêsê hereketa taybet ê bi navê Emre Fistikeken cangorî bû.