27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
HAKKARİ
Di operasyona ser Yuksekovaya navçeya Hekariyê da, tifingekî mawzer a nîşangiran ku hat tespîtkirin 115 sal berê hatiye îmalkirin tevî hejmareke zêde muhîmatan va hat desteserkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, hêzên ewlekariyê piştî operasyona "Çawişê Pispor ê Cendirme Ramazan Gulle" ku dijî PKKya rêxistina terorê hatibû destpêkirin û 6 roj berê dawî bûbû, li herêmê xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
Hêzên ewlehiyê yên di karxaneyeke li Taxa Dîzeyê da lêgerîn dikirin, tifingekî mawzer a nîşangiran ku hat tespîtkirin sala 1901ê da hatiye îmalkirin, kaleşnîkofek, tebance û hejmareke zêde guleyên van tebanceyan hatin desteserkirin.
Li herêmê xebatên lêgerînê dewam dikin.