27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
VAN
Li Wanê endamên rêxistina terorê êrîşî wesayîta polêsan kirin û di êrîşê de 3 polês birîndar bûn.
Li gor agahiyan, duh şev li navçeya Îpekyoluyê, li taxa Hacibekîrê terorîstan bi roketavêj û bombeyên destan ve êrîşî wesayîta bizirx ya polêsan kirin.
Di êrîşê de 3 polês birîndar bûn û wesayîtê zirar dît.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.
Li cihê ku êrîş hat kirin di wesayîtekî de bombeyên destan û perçeyên roketan hatîn dîtin.
Der barê bûyerê de jêpirsîn dewam dike.