27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
KONYA
Li Konyayê di operasyona li dijî DAEŞa rêxistina terorê da ji 11 kesên ku hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin.
Li gor agahiyan di operasyonê da pêşiyê 6 kes û peyra jî 5 kes bi hinceta ku endamên DAEŞê ne hatibûn binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku 11 kesên ku sewqî edliyeyê kirin 2 kes hatin girtin û 9 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Li Konyayê li ser agahiya ku endamên DAEŞê wê li ciyên stratejîk çalakiyan di 23yê nîsanê da operasyon dest pê kiribû û di operasyonê de 6 kesên biyanî hatibûn binçavkirin.