16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
ŞIRNAK
Ji Walîtiya Şirnexê hat radihandin ku li navenda navçeya Îdilê û gundê Dîrsekliyê ji saet 23.00yan pê da qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku seba girtina mensûbên rêxistina terorê PKKyê, tijekirina çalên ku bi teqemeniyan hatine xefkirin, rakirina barîqatan, cîbicîkirina emniyeta can û malê xelkê li navenda navçeya Îdilê û gundê Dîrsekliyê bi erka madeya 11/C ya 5442 Qanûna Rêveberiya Bajêr, heya agahdariyeke duyemîn qedexeya derketina derva hat îlankirin.