30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
ŞIRNAK
Îdila navçeya Şirnexê piştî ku ji mensûbên PKKya rêxistina terorê hat safîkirin, şopa terorê tê paqijkirin.
Li navçeyê ji bo girtina terorîstan, dagirtina çalên ku bi teqemeniyan hatine tijekirin, rakirina barîkatan, parastina can û malê ewlehiya gel derketina derva hat qedexekirin paşê operasyonê dest pê kir.
Di operasyonê da 121 mensûbên rêxistinê hatin kuştin, 208 barîkat hatin rakirin, 72 çal hatin dagirtin û 462 teqemeniyên destançêkirî hatin îmhakirin.
Harfiyata nav sikakan bi makîneyên kar hatin rakirin, wesaîtên ku terorîstan şewitandin, ji sikakan hatin derxistin, nivîsên ku mensûbên rêxistinê li ser dîwaran nîvîsandin, hatin jêbirin.
Qedexeya li navçeyê hê dewam dike, lê welatî ji bo ku pêdiviyên xwe peyda bikin bi destûra polêsan dertên derva.
Qedexe bi qismî tê rakirin
Qaymeqamtiya Îdilê alîkariya xida dide malbatan, ji bo ku welatiyên Îdilê yên ku navçe terikandin vegerin navçeyê amadehî didomin.
Li navçeyê qedexeya derketina derva wê sibê 04.30 û 21.30î da were rakirin û welatî paşê wê bi kontrola polêsan bikaribin bikevin navçeyê.
Rayedar dibêjin dibistanê ku zirar nedîtine, wê li wan deran perwerdeyê dest pê bike, dibistanên ku terorîstan zirar danê jî wê werin çêkirin.
Rayedaran wiha got:
"Perwerdeya telafiyê wê bidin xwendekaran. Ji bo kifşkirina xesara ku terorîstan da navçeyê ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê heyetekê jî çend roj şûnda werin navçeyê û dest bi tesbîta xesaran bikin."