06 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
IGDIR
Li Îdirê di operasyona ku li dijî fuhûşê hat lidarxistin de 7 jê jin bi tevahî 11 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Bajêr li ser gazînoyeke li bajaroka Melekliyê de girtin. Di operasyonê de 4 jê biyanî 7 jin bi îdiaya fuhûşê dikin û 4 kesên ku li hemberî wezifedaran li ber xwedan hatin binçavkirin.
Di gazînoyê de lêgerîn hat kirin û tebanceyeke bêrûhsat, tivingeke nêçîrê û 4 jî bêtêl hatin qefaltin.
Jinên ku hatin binçavkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatin kontrolkirin û paşê jî birin Fermandariya Cendermeyan a Bajêr. Piştî muameleyên fermî jinên biyanî ji bo ku bên dersînorkirin wê teslîmî Buroya Şaxa Biyaniyan bên kirin.