06 Mijdar 2015•Rojanekirin: 07 Mijdar 2015
DIYARBAKIR (AA) - - Li Dîcleya navçeya Diyarbekirê, di operasyona ser PKKya rêxistina terorê da polês û eskerek şehîd ket.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li 20 taxên herêmê qedexeya derketina derva hat îlankirin û piştî qedexeyê li taxa Kûrşûnlû-Kirkpinar û Kayaşê, derdora Girê Gorusedagiyê operasyon dan destpêkirin.
Di êrîşên terorê da 2 esker birîndar bûn. Eskeren birîndar bi balafirê rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîclê ya li Diyarbekirê.
Ji eskerên birîndar yek digel midaxeleyan şehîd ket.
Operasyona li herêmê dewam dike.