Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em pirî caran ji der û dorê dibihîzin. Dibêjin 'Li cem me hunermend perwerde nabin', 'li cem me mirovên zana, minewer perwerde nabin'. Na. Ne pêkan e ku em vê yekê qebûl bikin. Her çend bêhêvîtî hebe û reşbînîtî hebe jî û êrîş hebin jî, hemd ji Xwedeê re perwerde dibin û hem jî gelek kes perwerde dibin."
Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokomariyê, li Qesra Serokomariyê bi merasimekê ve dan xwediyê wan. Erdogan di merasimê de axivî û kesên ku xelat stendin pîroz kir û ji her yekî re li ser navê xwe, welêt û gel sipas kir.
Erdogan ragihand ku her çend li herêma me qeyran hebin jî, em di rêya demokratîkbûnê de pêş de çûne û gavên dîrokî diavêjin.
Erdogan der barê rexneyên ji bo qesra nû tê kirin jî axivî û wiha got: "Ev Qesra Serokomariyê ya Beştepe ku em niha lê ne, hûn dizanin ku ji bo vê qesrê çi gotin, çi dibêjin û wê bêjin jî. Bila bêjin. Qet xema me nîne."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em hewl didin ku bibin dewleteke mezin û em ê vê hewildana xwe jî bidomînin. Li Îstanbûlê qesreke me ya Dolmabahçeyê heye, em hê jî bi wê serbilind in. Qesreke me ya Topkapiyê heye, em hê bi wê serbilind in. Nifşa ku wê piştî me were, dema pirs kirin ku 'Gelo pêşiyên me, ji me re çi hîştin?', ka berhemeke ku we hîşt heye? Li vê binihêrin, bi vê pesnê xwe bidin. Vê gavê bibêjin ku Dewleta Komara Tirkiyeyê gelo li ku derê tê birevebirin, hat birêvebirin?. Dema hewcedariya bersiva vê pirsê hebe, va ye vê bersivê ev qesr wê bide. Ev der qesra Tayyîp Erdogan nîne. Ev der qesra gelê tirk e. Ev qesr tenê bi derfetên gelê tirk ve hat avakirin. Di vê qesrê de tenê wezîfedarên Serokomariyê wê bixebitin, gel wê li vir bê ezimandin. Binihêrin em îro dikarin bi we re li vê derê bên bal hev. Lêbelê berê derfeteke wiha tunebû ku em bên bal hev. Em bi awayekî serbilind û serfiraz serokên dewletan li vê derê diezimînin."