03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Li Îzmirê di operasyona li hemberî YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê hat kirin de 10 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Îzmirê bi kordînasyona Şaxa Îstixbaratê û Serokatiya Herêma Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî ve navçeya Karabaglar, Gazîemir, Konak û Bucayê operasyona hevdem birin ser 11 navnîşanî.
Gelek polês beşdarî operasyonê bûn û helîkoptêran jî ji hewayê ve piştgirî da operasyonê.
Di çarçoveya operasyonê de hin deriyên ku qefaltîbûn hatin şikênandin û 10 kes hatin binçavkirin. Di lêgerîna ku li navnîşana gumanbaran hat kirin de 2 hişkeberên ku kiribûn demançe, gelek gule, daneyên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin qefaltin.
Hat gotin ku gumanbarên hatin binçavkirin bi qadroya çiya ya PKKya rêxistina terorê re têkildar in, li ser telîmatên hildane li çar aliyê welêt gelek çalakiyên bêdestûr li dar xistine, êrîşî ser hin avahiyên partiyên siyasî û wesayîtên aîdê ewlehiyê kirine û zirar dane malê dewletê.