13 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
ÎZMIR
Li Konaka navçeya Îzmirê di daweta sinetê de şer derket û di şer de jî 16 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li daweta sinetê ya li Taxa Kadiriyeyê di nav zarokan de şer derket û pişt re mezin jî tevî şer bûn. Di şerê ku kevir, çov û tifingên bi pompe hatin bikaranîn de 16 kes birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr.
Ekîbên polêsan midaxaleyî şer kirin û 5 kesên hat tespîtkirin ku tifingên bi pompe bi kar anîne hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e û der heqê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.