Türkan Tosun
08 Adar 2021•Rojanekirin: 08 Adar 2021
Li Îzmirê di operasyona dijî malên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 31 şikbar hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê der barê malên endamên FETOyê yên ku wek hucre hatine bikaranîn da lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya vê lêpirsînê da tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze yên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr di 30 navnîşanan da operasyon kirin.
Di operasyonê da 31 şikbarên ji ber ku sepana ragihandinê ya rêxistinê ByLock bi kar anîne û ji ber vê der bar wan da biryara girtinê heye û hê jî çalakiyê dikin hatin binçavkirin.
Li navnîşanan 179 hezar dolar, 37 hezar û 500 lire û gelek alavên dijîtal hatin bidestxistin.