Abdullah Söylemez
05 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2022
Li Agiriya ku ji navendên sereke yên heywandariyê yên Tirkiyeyê ye, liv û tevgera bazara heywanan a berî Eyda Qurbanê didome.
Stenbol, Bursa, Îzmir û Kocaelî di serî da ji Agiriyê heywanên qurbanê ji bo herêmên cuda yên Tirkiyeyê tên şandin. Her wisa li bajêr heywandar serê sibehê pez û dewarên xwe yên ji bo qurbanê didin pêşiya xwe û dibin bazarê.

Li bazara ku bi nêzîkbûna eydê ra liv û tevgera wê jî zêde dibe, heywandar û mişterî hev gelekî dibin û tînin da ku di bihayê heywanê qurbanê da li hev rûnên.
Liv û tevgera bazarê heya nîvro didome ku ji parêzgehên nêzîk jî welatî ji bo kirîn-firotina heywanan tên.
Heywandar Feyzullah Demirci ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan heywan zivistanê kirîn û biharê jî şandin zozanê.

Demirci bal kişand ku li gorî giraniyê bihayên heywanan diguhere û wiha dewam kir:
"Eyd nêzîk bû, em jî heywanên xwe ji zozanan tînin bazarê ji bo firotinê. Em ji navçeya Dutaxê deh bi deh tînin û li vir difiroşin. Me îro 8 heywan anîn û me piraniya wan jî firot, ji bo duduyên mayîn jî em li benda mişteriyan in. Em noginan di navbera 8 û 16 hezarî da difiroşin. Heger ciyê kiriyaran tunebe, em heywanan dibin zozanê û roja erefeyê dîsa tînin û didin wan."
Îbrahîm Akinturk jî got ku ew li bazarê li qurbaneke li gorî budceya xwe digere.