10 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Malbatên ku li Sûra navçeya Diyarbekirê dijîn lê ji ber êrîşên terorê malên xwe terk kirin û di otelekî de dijîn, bi saya organîzasyona qaymeqamtiyê çûn sînemayê.
Li navçeya Sûrê li taxên Cewatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê operasyon dewam dikin.
Qaymeqamtiya Sûrê welatiyên ku ji ber pevçûnan di otelekî de dimînin û xemgîn in bir sînemayê ku bila ew hinekî kêfxweş bibin.
75 malbatan di salona sînemayê fîlma bi navê "Birayê Min" temaşe kir.
Jin û zarokan jê gelekan got ku ev yekem car e ku ew di sînemayê de fîlmekî temaşe dikin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Piştî sînemayê qaymeqamtiyê xwarin jî da malbatan û daxuyand ku xebatên bi vî rengî wê dewam bikin.