İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
03 Nîsan 2024•Rojanekirin: 06 Nîsan 2024
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, li pêşiya avahiyê bajêr ê Partiya DEMê çalakiya rûniştinê kirin.
Malbatên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.
Malbatên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr ya Partiya DEMê kom bûn, pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, pêsîra me berdin" nivîsî vekirin.
Dê û bavên ku wêneyên zarokên wan di destê wan da ne bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Ayten Koçhana 8 sal e tu xeberê kurê xwe nastîne got ew dixwaze bigîhêje kurê xwe.
Koçhanê bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe.
Alaattîn Koçhan jî got di sala 2016yan da kurê wî revandine çiyê.
Koçhan bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha axivî: "Kurê min heke tu ji dê û bavê xwe hez dikî, vegere. Tu meneya xizmeta wan tune. Cejn tê, em stûxwar in, aliyekî me vala ye. Tu li her ku derê bî vegere, em li benda te ne."