MARDİN - İBRAHİM SİNCAR-NECDET DOĞRUYOL
500 kesên ku li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê li Enstîtuya Zimanên Zindî ji beşa Kurdolojiyê mezun bûn, bendewarê kadroyê ne ku li Tirkiyê bibin mamosteyên kurdî yên ewil.
Ji mezunan Fatma Çelîktepe, ji AAyê re daxuyand ku ji Zanîngeha Marmarayê mezun bûye û ji bo xwendina beşa mamostetiya zimanê kurdî hatiye Mêrdînê. Çelîktepe, da zanîn ku di îlanê de hatibû gotin ku dê wek mamosteyên kurdî bêne tayînkirin lê niha rewşa vê yekê ne diyar e. Çelîktepe, wiha dewam kir: "Tiştê ku em hêvî dikin heta niha pêk nehatiye. Heke ez biçim saetê bi 8 lirayan dersê bidim, ev bêrûmetiyeke mezin e li min tê kirin. Ez bi heveseke mezin hatim ku zimanê xwe hîn bibim û hîn bikim. Lê derfeta kadroyê ji me hat sitendin û ev yek pirsgirêkeke mezin e. Divê destûrmend di vê mijarê de zûbizû sererastkirinê bikin ."
Ji mezunan Sevîm Aydin jî da zanîn ku di bêşa zaravayê kirmançkî (zazakî) de xwendiye û ji bo vê yekê dev ji karê xwe berdeya hatiye Mêrdînê û wisa pê de çû: "Divê sereraskirinên qanûnî bêne çêkirin û derfeta mamostiyê were dayîn. Niha em dixwazin ku di îlonê de tayîna me derkeve ku em keda xwe, bi wan zarokên ku hesretî zimanê xwe ne, re parvebikin."
Mudurê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî bibîrxîst ku dersa kurdî wek dersa bijartî tê dayîn û wan pirtûka dersa kurdî ya pola 5an teslîmî Wezareta Perwerdeyê kiriye. Yildirim, da zanîn ku dê pirtûka pola 6an jî heta îlonê teslîm bikin û yên polên 7an û 8an ji sala bê werin amadekirin. Yildirim, eşkere kir ku dê lîsteya xwendekarên mezun ji Wezaretê re bişînin û ev kes dê wek mamosteyên kurdî bixebitin.
Yildirim, der barê tayînkirinê de jî wiha got: "Wezaretê xwest ku mamosteyan bi awayekî haqdest bixebitîne, lê ev nayê qebulkirin. Lewra ew pereyekî hindik e. Me bi wezaretê re bi devkî lihevkir ku ev mamoste dê bê kadro lê bî meaş bixebitin. Herhalde dê wezaret navên xwendekaran ji me bixwaze û di malpera wezaretê de jî dê îlan bêne dayîn."
Yildirim eşkere kiri ku ji 500 kesî 450 jê kurmancî û 50 kes jî ji zazakî perwerdeya xwe temam kirin û bûn mamoste. Yildirim ragihand ku dê disa bi du zaravayan perwerdeyê bidin, lewra gelekî fêdeya vê rêbazê hatiye dîtîn û dê îsal jî 250 kesî bistînin.