KOLN
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag li Kolna Almanyayê mizgeft ziyaret kir û ji rayedaran agahî stand.
Bozdag piştre li vê derê pirsên rojnamevanan bersivand û der barê bûyerên Parka Geziyê de jî got: "Bûyerên Parka Geziyê ji bo ku rewşa Tirkiyeyê ya li derveyê welêt xerab bê nîşandan, hatin tewişandin. Îftira weke rastiyan hatin pêşkeşkirin."
Bozdag anî ziman ku tewişandin ji aliyê medyaya navneteweyî ve jî hatiye kirin û ji bo vê jî wêneya ku di Çalakiya AK Partiyê ya li Kazliçeşmeyê de hatibû kişandin mînak da. Lewra CNNê vê wêneyê weke protestoyên li dijî hikûmetê nîşan dabû.
Bozdag dûpat kir ku divê medya weşana xwe objektîf û bêalî bike û wiha dewam kir: "Medyaya rojavayê dema ku li Misrê derbeya leşkerî bû, vê derbê nîşan neda. Li qada Adewiyyeyê bi milyonan însan kom bûne, vê nîşan nadin. Ew kesên ku qada Tahrîrê nîşan didan, wênegirek jî neşandin qada Adewiyyeyê. Li Misrê niha leşkeriyê dest daye li ser hemû çapemenî û televizyonan. Ka we qet bihîst ku tu kesî vê rexne kir yan na. Lê dema ku mirov bala xwe didê, mirov dibîne ku li Tirkiyeyê tiştên ku qet neqewimîne, dibêjin qewimiye û derdixin televizyonan."