ANKARA
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê Kemal Ozturk got: "Em wek prensîbekê hevalên xwe yên ku ji perwerdehiya nûçegihaniya şer derbas bûne ji bilî cihên ku şer lê heye, dişînin cihê ku erdhej, lehî, bobelat û afatên din lê hene. Di rojên pêş de em ê zêdetir ji herêmên bi qeyran nûçeyan çêbikin û ji ber vê jî nûçegihanên şer ji bo me pir lazim bûn."
Nûçegihanên ku beşdarî "Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 4emîn" a ku bi şirîkatiya Anadolu Agency û Akademiya Polêsan ve hat dayîn bûn piştî ku perwerdehî bi dawî bû û bi merasim sertîfîkayên xwe hildan.
Alîkarê Midûrê Giştî û Derhênerê Weşana Giştî Omer Ekşî, Alîkarê Midûrê Giştî Ebûbekîr Şahîn, Alîkarê Serokê Lijneya Birêvebirinê Salih Melek, endamên lijneya Rêveberiyê Nîhat Erdogmûş û Refîk Korkûsûz, Serokê Akademiya Polêsan Yilmaz Çolak jî beşdarî merasima sertîfîka dayînê bûn.
Di merasimê de ji perwerdehiya nûçegihaniya şer dîmen û wêneyên ku beşdarvanan wek fîlm û mûltîmedya amade kiribûn hatin weşandin.
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê Ozturk di axaftina xwe ya merasimê de ji rêxistinên pîşeyê û saziyan xwest ku bila rojnamegerên xwe bişînin perwerdehiya şer a ku AA li dar dixe û diyar kir her nûçegihanê ku diçe qada şer lazim e ji vê perwerdehiyê bibîne û hîn bibe.
Ozturk destnîşan kir perwerdehiya Nûçegihaniya Şer a li Akademiya Nûçeyan a AAyê ev cara çaran e ku tê kirin û wiha pê de çû: "Heta niha li Akademiya Nûçeyan a AAyê 4 caran perwerdehiya Nûçegihaniya Şer hat dayîn û bi tevahî 95 kesan sertîfîka hilda. Em wek prensîbekê hevalên xwe yên ku ji perwerdehiya nûçegihaniya şer derbas bûne ji bilî cihên ku şer lê heye, dişînin cihê ku erdhej, lehî, bobelat û afatên din lê hene. Di rojên pêş de em ê zêdetir ji herêmên bi qeyran nûçeyan çêbikin û ji ber vê jî nûçegihanên şer ji bo me pir lazim bûn."
Perwerde ji bo nûçegihanên wêneyan, kameraman û nûçegihanên ku di saziyên medyayê yên neteweyî û navneteweyî de dixebitin hat dayîn. Ji serlêdanên ku hatin kirin ji saziyên neteweyî û navneteweyî bi tenê 30 kes hatin hilbijartin û perwerdeya nûçegihaniya şer jî 2 hefteyan dewam kir.
Perwerdehî bi destê Akademiya Nûçeyan a Anadolu Agencyê (AA) û Serokatiya Akademiya Polêsan ve hat dayîn.
AA kesên ku pewerdehiya şer nebînin naşîne şer.
Li gor perwerdeya ku AAyê da di nûçegihaniya şer de ya herî girîng ewlehiya nûçegihanan e û pişt re jî nivîsandina nûçeyan, kişandina wêne û dîmenan û şandina van e.