ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala li ser birsa der heqê pêvajoya çareseriyê de got ku ji sala 2002yan vir ve, em hewl didin ku vê pirsgirêkê bi awayekî baş çareser bikin. Ala destnîşan kir ku pêvajo gihişte merhaleyeke girîng û wiha dewam kir: "Dema ku me astengiyên li pêşiya azadiya dîn û wicdan ji holê rakir, Tirkiye paşve neçû eqsê vê Tirkiye geş bû, aram bû û pêş ket. Niha em ê vê pirsgirêkê jî çareser bikin û dê di nav gelên Tirkiyeyê de yekîtî çêbe."
Ala, beşdarî bernameya "Hevpeyvînê ya Taybet" a NTVyê bû û li vir pirsên der barê rojevê de bersivandin.
Ala li ser birsa derheqê pêvajoya çareseriyê de got ku ji sala 2002yan vir ve, em hewl didin ku vê pirsgirêkê bi awayekî baş çareser bikin. Ala destnîşan kir ku pêvajo gihişte merhaleyeke girîng û wiha dewam kir: "Dema ku me astengiyên li pêşiya azadiya dîn û wicdan ji holê rakir, Tirkiye paşve neçû eqsê vê Tirkiye geş bû, aram bû û pêş ket. Niha em ê vê pirsgirêkê jî çareser bikin û dê di nav gelên Tirkiyeyê de yekîtî çêbe."
-Heke pêşniyazên wan hebin bila bînin pêşberî me
Ala pirsa "gelo dê Besteka Navxweyî ya Ewlehiyê biguhere?" wiha bersivand:
"Em zanin ku em ê çi bikin. Me di civakê de jî li ser vê nîqaş kirin. Me ji bo em ber li bikaranîna molotofan bigrin, ber li firotina hişbirê bigrin hin vesazkirin pêk anî. Me ji bo em bi awayekî baştir xizmeta welatiyên xwe bikin hin vesazkirin kir. Niha di teşkîlata polêsan de, hejmara midûrên ewlehiyê derketiye ser hejmara komîser û serkomîseran. Pergalekî wiha nayê qebûlkirin. Ev pergal xirab bûye. Em nikarin pergaleke bi vî şiklî bidomînin. Niha em bi hin qanûnan pergalê vesazdikin. Ji bo vê yekê jî me di serî de ji hemû aliyan re got ku pêniyaza kî çi be, bila kerem bike. Niha li ser tê axaftin û bi dehan pêşniyazname ji me re şandin."
Efkan Ala li ser pirsa "gelo hûnê cardin li ser madeyên ku di lijneya giştî de hatin qebûlkirin biaxifin an na?" got ku dê TBMM biryarê bide.
Ala destnîşan kir ku mixalefet di şûna ku pêşniyaran bişîne de TBMMyê tev li hev dike û ber li xebatan digre. Ala destnîşan kir ku digel aloziyan derî negirtin, ji bo pêşniyazan deriyên wan vekirîne.