Ahmet Aydın
23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdoğan, li Navenda Kongre û Çandê ya Beştepe Milletê, li 8emîn Komcivîna Zimanê Tirkî ya Nêvneteweyî diaxive.
Serokomar Erdogan got, "Weke çavlihevkirinekê ye. Madem dewlemendiyeke zimanê me heye, ev çi ye, divê mirov hinekî giran be. Ew navê ku li ewropayê ji bo cihên pêşbaziya heywanan tên bikaranîn wate arena, radibin li holên werzişan dikin. Ev ne tiştekî minasib e."
- Emê li zimanê xwe yê tirkî xwedî derkevin
Serokomar Erdogan: "Zimanê me xwdiyê qamûzeke hezar salî ye, mîna Diwana Luxetê Tirk ku ji nêzîka 10 hezar peyvî pêk tê. Gotina peyva bi kêmasî bêbextiyeke mezin e."
Serokomar Erdogan: "Di mijara zimanê tirkî de ku em bi xwe jî giringiyeke baş nadinê, mafê me nîne ku em li hêviyê bin ku xelk hesasiyetî nîşan bidin. Divê em qebûl bikin ku tevî zimanê me ruhê me yê millî jî lawaz bûye. Herwiha divê em ji bo vê mijarê tedbîran bistînin. Emê têgehiştineke berfireh li zimanê xwe yê tirkî xwedî derkevin."