23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bangî cîhana kar kir û got, "Piştî hewla derbeya namerd, we nehişt ku çerxên aboriyê rabiwestin. We sekneke wiha nîşan da ku hêjayî ketina rûpelên tarîxê ye. Me dît ku Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê bi mebesta ku zêdetir hilberînin hewlê didin û rîskê distînin. Vî tiştî em gelekî kêfxweşkirin."
Yildirim li Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB) beşdarî Merasîma Pêşkeşiya Plaketan û Belgeya Şerefê ya Xizmetê bû
Yildirim ji bo êrîşa terorê ya li Londonê sersaxiyên xwe gihandin xizmên qurbaniyan û bal kişand ser wê yekê ku teror pirseke kûrewî ye.
Yildirim bibîr anî ku di serdana wî ya berî nuha bi hefteyekê ya ji Londona Paytextê Birîtanyayê jê re hatiye gotin ku "Tirkiye ji ber terorê welatekî ewle nîn e û ji ber vê tûrîzm bere paş diçe" û wî jî di bersivê de gotiye, "London çiqas ewle be Stenbol jî ewqas ewle ye."
Yildirim herwiha anî ziman ku teror aîdê herêmekê tenê nîn e, gihaye asteke cîhanê û pêwîste têkoşîna dijî terorê jî cîhanî be û wiha berdewam bû: "Kesek naxweze li ti deverê bûyerên terorî rû bidin. Ji ber vê bêyî ku terorê polîn bikin, bêyî ku ferqê têxin nav rêxistinên terorê, bê yekûdo divê hemî cureyê rêxistinên terorê bên telînkirin û bi biryardarî li dijî terorê têkoşîn bê dayîn."
Yıldırım, "Önemli bir reform paketini TBMM'ye getirdik. Sayın ana muhalefet partimizden, MHP'den talebimiz, üreticilerimiz, sanayicilerimiz için çok önemli imkanlar getiren bu reform niteliğindeki kanun tasarımıza gerekli desteği vermeleri. Bu tasarı, 23 farklı kanunda 75 tane değişiklik getiriyor. Ne var bu değişiklikte? İş ve yatırım ortamı iyileştiriliyor, iş yapma kolaylaştırılıyor, bürokrasi azaltılıyor." dedi.
Yildirim got, "Me pakêteke giring ya reform and parlementoyê. Ev pakêt 75 guherînan di 23 qanûn cuda de, digel xwe tîne. Di vê guherînê de, qada veberhênan û kar tê xweşkirin, karkirin tê asarkinin û burokrasî tê kêmkirin."