06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
SAMSUN
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, behsa bûyerên terorê yên li Tirkiyeyê kir û got, "Mixabin planeke xaînane di dewrê da ye. Li Tirkiyeyê ji 20ê tîrmehê ve, pê li dugmê kirine û bi şiklekî qestî êrîşên terorê tên lidarxistin."
Kurtulmuş destnîşan kir ku ên ku van êrîşên terorê li dar dixin û hêzên di pişt wan da, wê hesabê wan ti car hev negre û got, "Em dixwazin gelê me vê bizane. Helbet li hember me tenê rêxistineke terorê tune ye. Em baş dizanin ku di pişt wan da hêzên tarî hene ku hemî cûre piştgirî û piştevaniyê ji wan ra dike."
Kurtulmuş herwiha got, "Têkoşîna me ya dijî terorê, heta rêxistina terorê bê çalak bibe û nemîne wê bidome. Bajar bi bajar, gund bi gund ê ev têkoşîn bidome."
Kurtulmuş anî ziman ku aliyê zehmet yê têkoşîna dijî terorê ew e ku ji aliyekî ve têkoşîna dijî terorê bidome û ji aliyekî ve hessasiyet bê kirin ku xelkê sivîl zirarê nebînin û got, "Di navbera hêzên me yê ewlekariyê da di têkoşîna dijî terorê da, koordînasyoneke mezin heye. Herwiha ji bo parastina birayên me yên ku li herêmê dijîn û ji bo heq û hiqûqê wan bi hessasiyet tevdigerin. Sedema dirêj ajotina vê meseleyê jî, cîbicîkirina vê hessasiyetê ye."