16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê karîgerê restoranê Abdurrahman Giyik xwarin da werzişvanên ku di muay thaiyê da bûn şampiyonê dinya û Ewropayê.
Giyik li kargeha xwe ku li tanga TOKIya Xwarê ya Erdîşê ye, mazûvaniya werzişvanên neteweyî Kubilay Tarhan, Yunus Turan, Fikret Kaldirim û antronerê wan Sînan Aglar kir.
Giyik diyar kir ku wî xwest, werzişvanên neteweyî û antrenorê wan pîroz bike û di çarçoveya derfeta xwe da piştgiriyê bide wan û wiha xeberda, "Ez dixwazim ku serkeftina ciwanên me bidome. Me gelek pêdivî bi van ciwanan heye. Divê em tevî esnaf û welatî piştevaniya werzişvanan bikin. Heger piçek be jî piştevaniya min çêbe, ezê bextewar bim."
Kordînatorê Rojhilatê Anadoluyê yê Muay Thaiyê û Antrenorê Neteweyî Sînan Aglar jî ji ber piştgiriyê spasiya Giyik kir û wiha got, "Me îro antramaneke giran kir. Wî pêdawîstiya werzişvanên me ya proteînê bicih anî. Ev hem ji bo me, hem jî ji bo werzişvanên me dibe moral û piştevanî."