02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
VAN
Wezareta Karên Navxweyî ji ber sedema ku piştgirî dan rêxistina terorê PKK/KCKyê şaredarên hin şaredariyan ji kar dûr xistin. Wezaretê şûna wan, bi erkê BHQyê va şaredarên nû tayîn kir. Şardarên teze jî pirsgirêkên navçeyan tespît dikin û hewl didin ku van kêşeyan çareser bikin.
Şaredar ji roja ku hatin wezîfedarkirin û vir ve bernameya xwe li gorî daxwaz û pirsgirêkên welatiyan amade dikin, derfetên dewletê bi awayê herî çê dinirxînin û pê xizmeta gel dikin.
- Şaredariya Edremîdê rêyan fireh dike
Şaredariya Edremîdê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî hat kirin, dest bi xebatên temîrkirina rêyên navçeyê yên ku bi salan e tên îhmalkirin, kir.
Ekîbên Karûbarên Fenî li taxa Eskî Camiyê dest bi xebata stabîlîze û firehkirina rê kirin, bi kevirên ku di hev da kîp dibin va rêya taxa TOKÎyê kevir kirin û rê nû kirin.
- Li Ercîşê pirsgirêk tên çareserkirin
Mehmet Şîrîn Yaşarê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî wek Şaredarê Ercîşê hat wezîfedarkirin bi xebatên ku da destpêkirin va memnuniyeta welatiyan dît.
Yaşar bi projeyên veguherandina bajêr, kevirraxistina rêyan û otoparkên bêpere va teqdîra welatiyan sitand, ji bo çareserikirina binesaziya rêyan jî dest bi xebatan kir.
- "Mamosteyan ji Şaredariyê ra sipas kir"
Rêya Mala Mamosteya a Ercîşê jî bi destê şaredariyê hat kevirkirin û tezekirin.
Muammer Kayaciyê mamoste diyar kir ku berê ji heriyê merivan nikaribû li wê rêyê biçûna û wiha got: "Mamoste dema ku dihatin mala mamostena ji çemûrê nikaribûn bimeşiyan. Ji ber çemûrê xebatkarên saziyê nediwestin ku me hildin hundir. Qaymeqamê ku bi şaredar ji bo çêkirina rêya me hesasiyet nîşan da. Em jê ra sipas dikin."