05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 06 Nîsan 2016
ŞANLIURFA
Li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê Mizgefta Mezin a 209 salî ji ber Gola Bendava Bîracîkê nêzî 40 santîmî di bin avê de maye û bi xebatên ku bên kirin ve ev qismê mizgeftê wê derbixin ser avê. Mizgeft piştî restorasyonê ji bo îbadet û tûrîzmê wê bê vekirin.
Komîteya Koordînasyona Navnateweyî ya Cîttaslowê di sala 2013an Xelfetiyê daxilî nav "Bajarê Bêdeng" kir û piştî wî jî bala tûrîstan kişand.
Xelfetî bi malên dîrokî yên ji kevir hatine çêkirin û xweşikiyên xwe yên şirûştî ve li Başûrê Rojhilatê ji cihên sereke yek e. Li navçeyê ji cihên bal dikşîne ser xwe yek jî Mizgefta Mezin a 209 sal berê hatiye çêkirin e. Lewra di sala 2001î de bendava li navçeyê ket fealiyetê qismekî Xelfetiyê û ji mizgeftê jî 40 santîm cih di bin avê de man.
Kesên ku derên di bin avê de mane meraq dikin jî bi kelekan ve ji ser ava golê diçin û li wan deran mêze dikin lê herî zêde Mizgefta Mezin a dîrokî bala wan dikşîne.
Qaymeqamtiya Xelfetiyê jî ji bo qismê mizgeftê yê di bin avê de maye derbixe ser avê û ji bo îbadet û tûrîzmê bike fealiyetê dest bi xebatê kir.
Bi piştgiriya Midûriyeta Giştî ya Çêkirin û Belavkirinê ya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî ve wê xebatên restorasyon, rolove û restîtusyonê bên kirin û di çarçoveya plan û projeyê de bingeha mizgeftê wê bê bilindkirin û ji bo tûrîzmê bê vekirin.
Qaymeqamê Xelfetiyê Mutlu Koksal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî ava bendavê tije bû av li bin mizgeftê qelibî û bi qasî 40 santîmî bilind bû û wiha dewam kir: "Me ji bo ku mizgeftê careke din bê vekirin û tê de îbadet bê kirin gelek hewl da û proje amade kir. Projeya me ji hêla saziyên berpirsyar ve hat erêkirin û ji bo ku orjînaliya mizgeftê xera nebe wê xebat bên kirin û bingeha mizgeftê bi pergaleke zirarê nede ve wê bê bilindkirin."