KAYSERÎ
Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) li Afrîkayê 80 hezar kesên ku ji ber kataraktê nabînin emeliyat kir û bû wesîleya dîtina wan.
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHHyê Yavûz Dede daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber germahî, şert û mercên îklîmê û xwarinê gelek mirov di ciwaniya xwe de ji ber kataraktê kor dibin.
Dede got: "Em wekî ÎHH ev 22 sal in arîkariya hin cihên ku wir mexdûriyet heye dikin. Li Afrîkayê em alîkarî didin kesên ku ji ber kataraktê nabînin. Me di çarçoveya kampanyaya ku me di sala 2007an de da destpêkirin, li Sûdan û Nîjeryayê Navenda Nexweşiyên Çavan vekir. Me ji Tirkiyeyê doxtorên dildar birin û bi bijîşkên herêmê re di nav 7salan de li 11 welatên Afrîkayê, kontrola tenduristiyê ya nêzî 700 hezar kesî kir û her wiha 300 hezar kes jî muayene kirin. Her wiha di vê maweyê de 80 hezar kes jî hatin emeliyatkirin."