18 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Saziyên Civakî yên Sîvîl ên Îslamî yên Diyarbekirê ji bo welatiyên li Sûra navçeya Diyarbekirê dijîn, lê ji ber bûyerên terorê şerpeze bûne kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin.
Zarokekî ku di dibistana navîn a Sîwereka navçeya Şanliurfayê xwendekar e jî xwest ku alîkariyê bişîne. Ji ber vê xwendekar lîreyek xiste nava zerfekî û noteke wiha: "Qusura min nenihêrin, bavê min ev 4 meh e naxebite. Li cem wî heye, lê deynê wî heye. Ev lîreyê ku min şand jî xerclixa min a ku min berhev kiriye ye." nivîsand û xiste zerfê. Pişt re vê lîreyê ya ku ev not jî li ser e, şande Sûrê.
Dema xwendekar, mamoste, rêvebir û xebatkarên ku ji bo vê kampanyayê dixebitin ev not xwendin, hêstiyar û xemgîn bûn.
Kampanyaya bi navê "Em Muhacirên li Sûrê re Bibin Ensar" dewam dike. Ji çar aliyê welêt xwarin, vexwarin, betaniye, cil û berg, melzemeyên paqijiyê û gelek tiştên din tên şandin.
Li Siwerekê jî 13 saziyên civakî yên sîvîl piştgiriyê didin vê kampanyayê û alîkariyê dişînin.