Hülya Ömür Uylaş
06 Sibat 2025•Rojanekirin: 07 Sibat 2025
Nifûsê Tirkiyeyê di 2024an da li gorî salek berê 292 hezar û 567 kes zêde bû û bû 85 milyon û 664 hezar û 944an.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) "Encamên 2024an ên Pergala Qeyda Nifûsê ya li Gorî Navnîşanê" eşkere kirin.
Li gorî vê, nifûsê welêt yê ji 2023yan û pê va 85 milyon û 372 hezar û 377 bû, par 292 hezar û 567 kes zêde bû û derket 85 milyon û 664 hezar û 944 kesî.
Her wiha rêjeya nifûsê mêr wekî ji sedî 50,02 (42 milyon û 853 hezar û 110 kes), rêjeya nifûsê jin jî wekî ji sedî 49,98 (42 milyon û 811 hezar û 834 kes) hat qeydkirin.
Leza zêdebûna nifûsê ya salewextê di 2023yan da ji hezarî 1,1 bû û di 2024an da derket ji hezarî 3,4an.
Rêjeya şêniyên navendên navçe û parêzgehan di 2023yan da ji sedî 93 bû û di 2024an da derket ji sedî 93,4an.
Rêjeya şêniyên bajarok û gundan jî ji sedî 7an daket ji sedî 6,6an.
Nifûsê biyaniyên li Tirkiyeyê dimînin li gorî sala çûyî 89 hezar û 996 kes kêm bû û bû milyonek û 480 hezar û 547 kesî.