Utku Şimşek,Yusuf Soykan Bal
06 Sibat 2025•Rojanekirin: 09 Sibat 2025
Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) gotin, "Li gor daxwazên Hikûmeta Nû ya Sûriyeyê, ji bo zêdekirina kapasîteya artêşa Sûriyeyê nexşerêya hevpar wê were çêkirin, seba gavên şênber xebat wê werin kirin."
Çavkaniyan piştî agahdarkirina çapemeniyê ya heftane pirsên rojnamegeran bersivandin.
Çavkaniyên Wezaretê li ser îdiayên "Tirkiye wê li Sûriyeyê du baregehên eskerî yên nû ava bike" wiha got:
"Wekî Tirkiye pêşaniya me, mihafezekirina yekparetiya axa Sûriyeyê, pêkhatina îstiqrara Sûriyeyê û pêşîlêgirtina unsûrên terorîst, bi taybetî pêşîlêgirtina fealiyetên li bakurê Sûriyeyê yên PYD/YPGyê ye. Em piştgiriyê didin ku Hikûmeta Nû ya Sûriyeyê li temamiya Sûriyeyê îstiqrarê pêk bîne û em piştgiriyê didin hewildanên normalbûnê. Me ji wan ra got ku çi bikeve ser milê Wezareta me, em amade ne ku alîkariya we bikin.
Di vê çarçoveyê da hefteya çûyî ji wezareta me heyetek hat wezîfedarkirin û civîna ewil hat kirin. Her du alî jî alîgirê yekparetiya axa Sûriyeyê û îstiqrarê ne û dixwazin Sûriye ji tehdîda terorê were paqijkirin. Divê meriv ji bo van nûçeyên ku di çapemeniyê da hatin weşandin, bi îhtiyat be, naveroka wan bixwîne û fêm bike. Ji bo axaftina mijarên bi vî rengî, hê pir zû ye. Li gor daxwazên Hikûmeta Nû ya Sûriyeyê, ji bo zêdekirina kapasîteya artêşa Sûriyeyê nexşerêya hevpar wê were çêkirin, seba gavên şênber xebat wê werin kirin."
Di daxuyaniya çavkaniyên Wezaretê da qala polîtîkayên îlhaqê yên Îsraîlê jî hat kirin û wiha hat gotin: "Îsraîla ku bi polîtîkayên îlhaqê va zorê dide Filistîniyan ku ji axa xwe koç bikin, bi vê biryara xwe va mafên vegerê yên penaberên Filistînî jî asteng dike. Em bi temamî li dijî wê yekê ne ku gelê Filistînê ji Xezeyê werin mişextîkirin, ji cî û warên wan werin kirin an jî bişînin welatên din."