ANKARA
Hecî Ahmet Gedîkliyê 85 salî yê ku ev demeke dirêj bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin duh wefat kir. Nimêja cinazeyê Gedîklî yê ku ji avakarên Weqfa Mûradiyeyê bû piştî nimêja nîvrojê li Kulliyeya Mahmûd Samî Ramazanoglu ya Enqereyê hat kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarên Serokwezîr Nûman Kurtulmuş û Yalçin Akdogan, Parlementerê AK Partiyê yê Enqereyê Emrûllah Îşler, Parlementerê CHPê Sînan Aygun, hin parlementer û gelek welatî tevlî nimêja cinaze bûn.
Xizmên Gedîklî û rayedarên Weqfê Serokomar Erdogan pêşwazî kirin. Erdogan sersaxî da malbata Gedîklî.
Erdogan û Kurtulmuş jî piçekî ketin bin darbesta Gedîklî.