Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, der barê bûyera ku gotin tûp teqiya de lêpirsîn didomin. Ji bo bûyerê gotibûn ku li gundê Kiralanê tûp teqiya û termê jinek û 2 jê giran, 4 birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.
Di çarçoveya lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku hin kesan di malekê de ji bo rêxistina terorê teqemenî amade dikir û di dema amadekirina teqemeniyê de teqîn çêbû.
4 birîndarên ku piştî teqînê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Licê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin û tedawiya van li vir didome.