06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 06 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê di operasyona ku dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê berdewam dikin de di 22 rojan de 147 terorîst hatin kuştin.
Li navenda Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ya ku ji bo girtina mensûbên PKKya rêxistina terorê, girtina çalên ku tê de teqemenî hatine veşartin, rakirina bergiriyan, pêkanîna ewlehiya can û malê gel hêmanên ewlehî û Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê (TSK) di 14ê sibatê de "Operasyona Ustegmenê Jendirme yê Şehît Mehmet Çîftçî" dan destpêkirin û ev operasyon berdewam dike.
Ji sedî 32yê operasyonê hat temamkirin, di operasyonê de li taxên Yeşîlyurt, Dîcle û Cumhuriyetê car carna di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstên PKKyî de pevçûn diqewimin.
Di 24 saetên dawîn de 6 terorîst hatin kuştin, jimara terorîstên ku di 22 rojan de hatin kuştin gihaşt 147an.
Mensûbên PKKyê bi êrîşên xwe yên ku bi roketavêj, teqemeniyên bidestçêkirî û çekên lûledirêj dikin hewl didin ku pêşketina hêzên ewlehiyê hêdî bikin.
- Di hezar û 385 malan de lêgerîn hat kirin
Hêzên ewlehiyê 85 bergiriyên ku terorîstan danîbûn hatin rakirin, 12 çal hatin girtin û 375 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhakirin.
Li navenda bajêr qedexeya derketina derve berdewam dike û di operasyonên ku hatin kirin de di hezar û 385 malan de lêgerîn hat kirin.
Di dema xebatan de terorîstan 30 caran bi roketavêjan, 63 caran bi çekan û 5 caran jî bi bombeya destan êrîşî hêzên ewlehiyê kir.
Hêzên ewlehiyê wekî "teslîm bibe" bangî terorîstan dikin.
Hêzên ewlehiyê ji bo ku welatî mexdûr nebin pakêtên xurekê yên ku ji aliyê Weqfa Piştevanî û Arîkariya Civakî ya Walîtiya Şirnexê ve hatin amadekirin digihînin malbatên ku ji malên xwe derneketin.