28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
ÎZMIR
Li Îzmir û Manîsayê di 8 navnîşanan de operasyon hatin kirin û di operasyonan de 7 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan tîmên Şaxa Tekoşîna li hember Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Îzmirê li navçeyên Çîglî, Bornova û Bucayê û li Manîsayê di 8 navnîşanan de operasyon kirin.
Di operasyonan de 7 kes hatin binçavkirin.
Li avahiya 2 komele û sendîkayê de jî gelek dokumanên rêxistinî û alavên dijîtal hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin ji bo 1ê Gulanê amadehiya çalakiyê dikirin.