Tîmên Wezareta Tenduristiyê zarokên kurdên sûriyî ji ber sorik û felca zarokan derzî dikin. Kurdên sûriyî ji ber şerê di navbera DÎŞIyê û hinek komên kurdan de diqewimin xwe spartibûn Tirkiyeyê.
Arîkarê Midûrê Tenduristiya Rihayê Mustafa Agar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got, ji bo kurdên ku xwe spartine Tirkiyeyê çi tişt ji destê me bê em ê teqez bikin û dikin.
Agar destnîşan kir ku li herêmê kesên derbasî Tirkiyeyê bûn hemû ji bo tenduristiyê hatin kontrolkirine û got bi taybetî em li ser nexweşiyên şewbê yên ku ji bo zarokan xetere ne, disekinin û dixebitin.