Atalay beşdarî bernameya Kûlîsa Paytext a ku pêşkêşiya wê nûnerê Kanal 7a yê Enqerê Mehmet Acet dike bû û li vir pirsên derbarê rojevê de bersivand.
Atalay got: "Em pêvajoyê ji dil û can birêve dibin û projeya herî girîng a Tirkiyeyê jî niha ev e."
Atalay got ku li herêmê cara ewil di qadeke demokratîk de hilbijartin hatin kirin û da zanîn ku êdî gelê herêmê jî bûyerên terorî naxwaze. Atalay destnîşan kir ku di demên dawî de li herêmê sermayedanîn her diçe zêde dibe, dê wiha jî dewam bike. Herwiha hin kes jî dixwazin şer derxin, lê ev kesên ku dixwazin alozî û şer derxin dê negihîjin armanca xwe, dê di encamê de têk herin.
Atalay da zanîn ku hemû saziyên dewletê bi hev du re tevdigerin û wiha dewam kir: "Lê belê ev nayê wê wateyê ku li herêmê tewdîrên ewlehiyê neyên girtin û yekîneyên herêmê jê bên vekişîn. Heta dawiya pêvajoya çareseriyê dê hêzên ewlehiyê li herêmê wezîfeya xwe bi cih bînin. Heke ku bûyere derasayî pêk bê jî dê midaxale bikin."
-"Hevdîtin dewam dikin"
Atalay got ku hevdîtin dewam dikin û niha gavên berbiçavtir tên avêtin. Atalay wiha dewam kir: "Di vê mijarê de em tevî hikûmetê ve çi ji destê me tê em dikin. Gelek xebatên girîng hene û hevdîtinên girîng tên kirin."
Ji aliyê din ve hin alî pêvajoya çareseriyê wekî projeya îxanetê dibînin û dinirxînin. Hin alî dibêjin ku pêvajoya çareseriyê dê dewam neke û ji bo ku pêvajo bi dawî bibe weşanên neyînî dikin. Tevgera rêxistina parelel bi vî şiklî ye. Li hemûyê Tirkiyeyê tiştên wiha hene.
Em wekî hikûmet dê heta dawiyê ji bo çareseriyê hewl bidin, hincetên me nînin. Hemû kes divê baldar bin. Lewra her hêvokên ku li ser vê pirsê tên gotin girîng in. Atalay li ser pirsa "Gelo Abdullah Ocalan jî biryardar tevdigere" wiha got: "Hevdîtin dewam dikin, her tişt bi awayekî asan dewam dike."
-Çalakiya malbatên ku zarokên wan hatin revandin
Atalay derbarê çalakiya malbatên ku li ber şaredariyê çalakî li dar dixin de wiha got: "Bi rastî çalakiyên ku li ber şaredariyê gel dike geşedaneke gelek baş e. Bi rastî daxwaza min ew e ku gelê herêmê li dijî bûyerên terorî bertek nîşan bide û ber li van bûyeran bigre. Ez piştgiriyê didim malbatên ku li herêmê çalakiyan li dar dixin û nerazîbûna xwe tînin ziman."