Wezareta Karên Navxweyî xebata pêşnumayê ku di teşkîlata ewlehiyê, ewlehiya peravê û cendirmeyan de guherandinan dike û di raya giştî de wek "pakêta ewlehiya navxweyî" tê zanîn temam kir.
Di çarçoveya pêşnumayê de rewşên ku hewce dike de wezîfe û destûra polêsan tê berfirehkirin.
Li go pêşnumayê molotof wek çek tê hesibandin û bikaranîna çekan a polêsan tê verastkirin.
Cezayê kesên ku di çalakiyan de ço, dar, fişek, molotof, kevir û hwd. diemilînin tê zêdekirin.
Di Zagona Xizmetên Nifûsê de guherandin tê çêkirin. Li gor vê memûrên nexweşxane, nûnertiyên derve û zewicandinê wê xwedî destûr bin ku di bûyerên bûyîn, zewac, mirinê de di rewşa elektronîk de xwedî destûra tescîlê bin.
Li gor verastkirinê di guherandina paşnavan de hêsanî çêdibe. Bêyî ku welatî serî li dadgehê bidin wê bikaribin paşnavên xwe biguherînin.
Di nûnertiyên derve de wê personelên nifûsê wezîfedar bin û wê xizmetên pasaportan bi destê Midûriyeta Giştî ya Karên Nifûs û Welatiyan ve bê meşandin.