07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Parlementera Partiya Demokrata Gelan (HDP)ê ya Şanliurfayê Dîlek Ocalana ku li ser biryara girtinê ya 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê anîbûn dadgehê piştî îfade dayinê ji Dadgeha Bakirkoyê derket.
Ocalana ku derbarê wê de ji aliyê 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê ve biryara girtinê hatibû dayin, li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê bi telîmat îfade da.
Ocalanê di parastina xwe da parast ku dadgeh niha sûc dike, dadgeha ku bi qaçaxçîtiyê re eleqedar e nikare di vê mijarê de hikim bide û wiha got: "Parezerê me anî ziman ku, parlementer nayên darizandin. Ya rast xisûsên ku we gavek berê xwendin hemû wezîfeyên parlementeran e û divê parlementer van xisûsan bi cih bînin."
Heyeta dadgehê ji ber biryara girtinê ya 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê ku ji bo Ocalanê dabû, biryar da ku serbest bê berdan.

Dîlek Ocalan di 23yê sibata 2016an de li Wêranşarê beşdarî merasima cinaze ya Mehmet Yilmazê terorîstê PKKyî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû kuştin, bûbû. Derheqê Ocalanê de ji ber tevgerên "rê û rêbazên rêxistina terorê yên wekî şidet û geflêxwarina meşrû nîşandanê" bi daxwaza 5 sal cezayê hefsê doz hatibû vekirin.
5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê ji bo Ocalana ku bi sûcê "propaganadaya rêxistina terorê kirin" tê darizandin û li navnîşana diyarkirî nehatibû dîtin biryara "qefaltinê" derxistibû.