07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Mulatu Teshome Wirtuyê Serokkomarê Etiyopyayê piştî hevdîtinê civîneke hevbeşa çapemeniyê li dar xistin.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan: "Wisa zen dikim ku em ê jî di nav vê hefteyê da biryara xwe bidin û li ser vê biryarê wê gav jî bê avêtin."
Erdogan got: "Etiyopya yek ji welatên dost ên ku ruyê canî yê FETOyê dîtin e. Em di vê mijarê de mil bi mil gavên ku hewce dikin diavêjin. Ne tenê Etiyopya em amadene ku hemû cihên ku ruhê FETOyê lê sîrayet kiriye paqij bikin. Lewra ev ûrek e û em ji bo paqijkirina vê ûrê biryardar in."
- Guhertina Destûra Bingehîn
Serokomar Erdogan: "(Guhertina Destûra Bingehîn) Wisa zen dikim ku em ê jî di nav vê hefteyê da biryara xwe bidin û li ser vê biryarê wê gav jî bê avêtin."