ANKARA
Parlementereke sergirtî li parlementoyê yekem car ji bo serokatiya komîsyonê hat hilbijartin. Parlementera AK Partiyê ya Mêrdînê Gonul Bekîn Şahkûlûbeyê ku piştî vegera hecê bi sergirtî beşdarê xebatên parlementoyê bûbû, bû Seroka nû ya Komîsyona Daxwaznameyan a TBMMê.
Serokê berê Parlementerê AK Partiyê yê Çanakkaleyê Mehmet Danîş bû namzedê partiya xwe yê Şaredarê Çanakkaleyê. Ji ber vê yekê Komîsyona Daxwaznameyan ji bo ku serokek hilbijêre civiya.
Namzedên AK Partiyê Şahkûlûbey wek namzed nîşan da. Her 7 parlementerên ku beşdarî civînê bûbûn ji bo Gonul Bekîn Şahkûlûbeyê deng dan û Şahkûlûbey bû Seroka Komîsyona Daxwaznameyan.
Bi vî awayî ji serokên 3 komîsyonên ji 17 komîsyonên pisporiyê yên li TBMMê bûn jin. Parlementera AK partiyê ya Diyarbekirê Oya Eronat duh ji bo Serokatiya Komîsyona Tûrîzm, Gihandin, Îmar û Avadaniyê ya TBMMê hatibû hilbijartin. Azîze Sîbel Gonul jî seroka Komîsyona Wekheviya Firsendê ya Jin û Mêran ya TBMMê ye.