TBMM
Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Oktay Saral û parlementerê CHPê yê Aydinê Bulent Tezcan di Lijneya Giştî ya TBMMyê de bi kulman li hev xistin. Piştî pevçûnê Tezcan ji bo tedawîkirinê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo pirsgirêkên ku ji ber rejima hilbijartin û partiyan derdikevin holê bên çareserkirin pêşniyara lêkolînê dabû Lijneya Şêwirmendiyê. Di Lijneya Giştî ya îro de li ser vê mijarê axaftin dihat kirin.