08 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Parlementerê Qersê yê HDPê Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê de hatibû binçavkirin, li ser biryara texliyeyê ku parêzerên wî daxwaz kiribûn, ji Girtîgeha Silivriyê hat texliyekirin.
Bîlgenê ku bi eskortiya ekîbên cendirmeyê gihîşt gîşeyên Kinaliyê, li wêderê ji aliyê zimên xwe û Parlementerê HDPê yê Stenbolê Sirrî Sureyya Onder ve hat pêşwazîkirin.

Bîlgen piştî pêşwazîkirinê digel Sirrî Sureyya Onder li heman wesayitê suwar bû û çû.
Bîlgenê ku li 5emîn Mehkemeya Cezayên Giran a Diyarbekirê ji 3 sûcên cuda bi 23 salan dihat mehkemekirin li ser daxwaza parêzerên wî, heyeta mehkemeyê rewş nirxand û biryar da ku were texliyekirin.