04 Adar 2016•Rojanekirin: 04 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ku operasyonên li dijî endamên PKKya rêxistina terorê dewam dikin, li ser îxbara ku "hin welatî dixwazin ji taxên ku lê ne derkevin" di nav 24 saetan da 43 kesên di nav da zarok û jin jî hene hatin tehliyekirin.
Li Sûrê li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê û kolana Gaziyê operasyonên ji bo rakirina barîkatan, girtina çalan, îmhekirina teqemeniyan û qefaltina endamên rêxistinê dewam dikin.
- 48 kes hatin tehliyekirin
Hat destnîşankirin ku li Sûrê operasyonên li dijî endamên PKKya rêxistina terorê dewam dikin û li ser îxbara ku "hin welatî dixwazin ji taxên ku lê ne derkevin" di nav 24 saetan da 43 kesên di nav da zarok û jin jî hene hatin tehliyekirin.
Hat diyarkirin ku li herêma ku welatî hatin tehliyekirin cinazeyek jî hat dîtin.
Wek mayîn banga Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş a ji bo dawîlêanîna operayonên li Sûrê û rakirina qedexeya derketina derva îro jî bêbersiv ma û welatiyan eleqe nîşan neda.