Aykut Karadağ
24 Nîsan 2023•Rojanekirin: 25 Nîsan 2023
19 milyon xwendekar, milyonek û 200 hezar mamosteyên saziyên hîndekariya sereke û navîn yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) piştî tetîla navberê ya duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê dest bi dersê kir.
Li gor salnameya Wezareta Perwerdeya Neteweyî, îsal tetîla navberê ya duyemîn di navbera 17-20ê nîsanê da hat kirin û di 21ê Nîsanê da jî tetîla Eyda Remezanê jî lê zêde bû. Xwendekaran piştî tetîla navberê ya serdema duyem serê sibehê dest bi dersa xwe ya ewil kir.
Serdema perwerde û hîndekariyê wê di 16ê Hezîranê da kuta bibe.
Piştî erdhejê ji xwendekarên ku neqla xwe birin bajarên din, jê 34 hezar û 985 kes vegeriyan dibistanên xwe.