Hakan Sarı
24 Nîsan 2023•Rojanekirin: 29 Nîsan 2023
Guldexwînên ku li gundê taxa Dîlmetaşê yê Gevaşa navçeya Wanê hêşîn dibin, bi bedewbûna xwe va ziyaretvanan hejmetkar dihêlin.
Kulûba Sporê ya Vadî Dogayê ji bo taxa Dîlmetaşê geşt û gerek organîze kir û 44 kesên ku ji siruştê hez dikin, beşarî çalakiyê bûn û bûn hejmetkarê bedewbûna bêhemta ya guldexwînan.
Guldexwîn li herêma Şirnex, Hekarî û Wanê hêşîn dibin û 15 roj emrê wan heye. Siruşthezan di nava guldexwînên sor, zer û gevez da wêne kişandin û geriyan.
Kesên ku ji kişandina wêneyan hez diin û siruşthezan eleqe nîşanî guldexwînan da. Şêniyên herêmê jî timî ser guhê wan li ser guldexwînan e û miqat dibin. Kulîlkên sor, zer û gevez seba danasîna herêmê jî girîng in.
Serokê Kulûba Sporê ya Vadî Dogayê Omer Demez diyar kir ku guldexwîn bi gelemperî li deverên bilind û ser çil û çiyayên herêma Şirnex, Hekarî û Wanê hêşîn dibin.
Demez destnîşan kir ku guldexwîn di meha nîsan û gulanê da kulîlk vedibin û emrê wan 15-20 roj e, ji bo vê jî parastina wan girîng e.
Demez wiha dewam kir: "Îro em hatine Westana navçeya Wanê, gundê Zêwê û nava baxên guldexwînan. Gulan jî hemû vekirine, gulên sor û zer. Em gelek kêfxweş bûn ku hatin vê derê. Em 46 kes hatin vê derê. Hevalên me di nava gulan da wêneyên xwe kişandin. Hewce ye ku em van gulan biparêzin. Parastina wan li ser me hemûyan ferz e. Pêdiviya merivan bi van gulan heye, ya wan bi me tuneye."
Mahmut Çelîk jî wiha got: "Em niha gundê Zêwê ne. Gûlên guldexwîn hene. Navê wan Tirkîtî 'ağlayan gelin', 'küsen gelin' yan ji 'ters lale' ye. Guleke zehf spehî ye. Em niha nava qebristanê da ne. Vê qebrîstanê zemanê xwe da dane çinîn. Ev niha xwebixwe hêşîn bûne. Însanên me jî tên temaşa li van deran. Temaşeyeke xweş e. Em hêviya we ne jî."
Bahar Cefa Yavuza ku beşdarî çalakiyê bûye jî got bi saya vê gerê wê jî guldexwîn dîtin û wiha axivî: "Ev der xwedî siruşteke bêhempa ye. Em heyranê guldexwînan bûn. Divê ew bên parastin û zêde bibin."