ERZURUM
Di operasyonên ku di van 5 mehên dawîn da li hemberî rêxistina terorê PKKya ku qesdî aramî û hizûra Tirkiyeyê dike, hatin lidarxistin da 886 terorîst hatin berterfkirin. Bi van operasyonan va PKKyê derbeyeke mezin xwar.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û ekîbên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê (MGE) operasyonên xwe yên dijî rêxistina terorê PKKyê bênavber didomînin û herwiha zivistanê jî Hekarî, Bitlîs, Tuncelî û Diyarbekir di serî da, operasyonên xwe yên li herêma rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoloyê dewam kirin.
TSK û polês digel van operasyonan li deverên din ên welat jî bênavber terorîstan dişopînin û nahêlin pişta xwe rast bikin. Dîsa ji asîman bi F-16 firokeyên cengê, drone û helîkopteran va, ji bejayê jî bi topxane, kamerayên termal û wesayîtên zirxpoş va operasyonên serkeftî hatin lidarxistin.
Hêzên ewlekariyê di vê maweyê da derbe hem li amadebaşiyên zivistanê yên rêxistinê dan û hem jî derbeyeke mezin li çavkaniyên dahat û lîjostîkê dan. Bi taybetî kî PKKyê li rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê derbeyeke pir mezin xwar.
- Di 5 mehan da 886 terorîst hatin berterefkirin
Hêzên ewlekariyê di şert û mercên dijwar ên zivistanê da li bajar û çiya, bi roj û şev hem li hundirê welat û hem jî li bakurê Iraqê dan dû terorîstên PKKyî û di sermaya mehên zivistanê da yek ji derbeyeke herî giran a van salên dawîn li rêxistinê dan. Di operasyonên di navbera 1ê Mijdara 2016an û 31ê Adara 2017an da 886 terorîst hatin berterefkirin.
- Di sir û sermayê da dev ji terorîstan bernedan
Operasyonên ku leşker û polêsan bi taybetî li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê di zivistanê da kirin, di şert û mercên zivistanê da jî nesekinîn.
Hêzên ewlehiyê li dijî rêxistina terorê li çil û çiyayên Hekkarî, Mêrdîn, Mûş, Diyarbekir, Bitlîs, Agirî, Şirnex, Tuncelî, Sêrt, Batman û Bîngolê û li navendên bajêr operasyon kirin.
Hêzên ewlehiyê li ser çil û çiyan di berf û bagerê, baran û heriyê da li ser geriyan û peyê terorîstan ketin. Ji ber şert û mercên zivistanê yên dijwar da jî dev ji terorîstan bernedan.
Hêzên ewlehiyê di şert û mercên dijwar da ketin şiketf û sitargehên mensûbên terorê û îmha kirin,
Di operasyonan da gelek elemanên rêxistinê hatin berterefkirin û gelek xwarin, alavên jiyanê, dokumanên rêxistinî, çek, teqemenî û muhîmmat hatin bidestxistin.
Ji asliyekê va li ser çil û çiyan operasyonan dewam kir, di vê pêvajoyê da li dijî şaxên PKKê yên li bajaran li giştiyê welêt operasyon hatin kirin.
Di operasyonan da gelek kes hatin binçavkirin, di lêgerînan da çek, muhîmmat û gelek dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin. Di operasyonên biryardarî yên li dijî PKKê da derbeyên mezin li çavkaniyên fînansê yên wek hişbir û cixara qaçax ketin. Pêşî li gelek êrîşên muhtemel ên ku terorîst wê baharê bikin jî, hatin girtin.
- Demîrtaş û Yuksekdag hatin hirtin
Di çarçoveyên lêpirsînên terorê de di 1ê mijdara 2016 û 31adara 2017an da operasyon hatin kirin, di operasyonan da 4 hezar û 937 kes hatin binçavkirin
Ji gûmanbaran Hevserokên Giştiyê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş , Fîgen Yuksekdag ( ji ber cezya hefsê ya qethî parlementerî û endamtiya partiyê yê wan hatin betalkirin), hin parlementerên HDPyî û Hamza Uyê ku di konsolxaneya Edeneyê ya DYAyê de wezîfedare, bi tevahî 2 hezar û 15 kes hatin girtin.
- Berpirisiyarên qaşo yên PKKê yek bi yek hatin berterefkirin
TSKyê di mehên zivistanê de li Rojhilat û Başûrê Rajohilata Anadoluyê li dijî rêxistina terorê PKKê operasyonan lidarxist. Di operasyonan da gelek endamên qaşo berpirsiyarên kom herêm û eyaletan ên PKKê ne hatin bêtesîrkirin.
Piştî qedexeyên li Omerli, Artûklû û Nîsêbîna navçeyên Mêrdînê hatin îlankirin, dest bi operasyona Çawîşê Pişpor yê Cendirme yê Şehîd Sezer Aydemîr hat kirin. Di operasyonê da ji wan yek pasevanê Mûrat Karayilan, 4 kesên qaşo berpirsiyarê herêmê bi tevahî 10 terorîst hatin kuştin.
Li herêma Kûtûdereya Tunceliyê di meha adarê de operasyon hat kirin di operasyonê da 14 terorîst hatin kuştin. Hat ragihandin ku di nav van kesan da Yusuf Doganê qoşo berpirsiyarê komê ye û bi navê "Ferhat Dersim" tê bakirin ji hebû.
Di operasyona li Tetwana navçeya Bedlîsê li dijî rêxistina terorê PKKê hat kirin de 12 terorîst hatin kuştin, ji van terorîstan navê 2 kesan di lîsteya gewr a Wezareta Karên Hundur de cih digirt.
Li çoltera Kîgiya Bîngolê operasyon hat kirin di operasyonê da 2 kes hatin girtin. Hat ragihandin ku ji wan 2 kesan yek qaşo berpirsiyarê Yayladereyê ye.
Di operasyona li Diyarbekir û Batmanê bi bêşdarbûna 7 hezar personelên ewlehiyê hat kirin de gelek terorîst hatin kuştin di nav van terorîstan da Edîp Yetutê ku bi navê "Erhan Sîser" tê bakirin ku di lîsteya şîn a Wezareta Karên Hundurde cih digre jî heye.